Encûmena Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin 

Di roja yekemîn a civîna avakirina encûmenê de li kantona Reqayê, Encûmena Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, hevserokatî hat hilbijartin û rêzikname hat derxistin. 

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA belav kir, îro civîna avakirina Encûmena Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Zanîngeha Şerq a Reqayê hat destpêkirin. Civîn bi beşdariya hevserokên Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, nûnerên ji zanîngehên Herêmê (Zanîngeha Rojava, Şerq û Kobanê), hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û nûnerên ji saziyên perwerdê yên cuda beşdar bûn. 

Piştî xuleka rêzgirtinê, hevserokê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter lidarxistina civînê pîroz kir û got ev ji bo pêşxistina perwerdeya bilind gaveke girîng e. 

Dû re regezên sereke yên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xwendin, pêşnûmeya rêziknameyê ya Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji hêla komîteya amadekar ve hatiye sazkirin, hatin xwendin. 

Pêşnûme hat nîqaşkirin û ji hêla beşdaran ve piştî guhartinên hin bendan hat erêkirin. 

Di roja yekemîn a civînê de meclisek bi 20 endaman ku nûnerên meclisên her 3 zanîngehan, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e hat avakirin. 

Her wiha beşdaran Medya Hemşo û Xelîl El Elî wek hevserokên meclisê hilbijartin. 

Dê sibe pêşnûmeya erk û destûriyên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û mekanîzmeya girêdanê di navbera meclisa zanîngehan de were xwendin.