Konserên hunermend Xecê li bajarê Erzerom, Agirî û Mûşê hatin betalkirin û betalkirina konserên hunermendên kurd roj bi roj zêde dibin.
Li gorî Medyaya Bakurê Kurdistanê biryar bû hunermend Xecê di 16ê mijdarê de li Erzeromê, di 20ê mijdarê de li Agirî û 21ê mijdarê jî li Mûşê konsertan lidar bixe, lê xwediyên salonan hunermend Xecê agehdar kirine ku konserên wê hatine betalkirin.
Ev yek di demekî de ye ku 8ê vê mehê konsera hunermend Rojdayê li Stenbolê, konserya hunermend Azad Bedran li Antalyayê û konsera hunerend Diljen Ronî li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hatibûn betalkirin.