Salvegera wefata hunermendê nemir Ehmed Kaya ye 

Sal 1999 e… “Xelata Hunermendê Herî Baş a Salê ya Tirkiyê” tê parvekirin. Piştî gotaran, navê hunermendê herî baş ê Tirkiyê hate xwendin. Weke bi milyonan kes li bendê bûn, hunermendê kurd Ehmed Kaya hêjayî xelatê hate dîtin. 

Heta gotara ku Ehmed Kaya pêşkêş kir, her tişt asayî bi rê ve diçû. Bi hevokekê ku behsa kurd û zimanê kurdî hate kirin, salona merasîmê ji bo “şaneya mozan” guherî û marşa netewî ya Tirkiyê di nava salonê de nal dida. 

Kaya tenê got, ew bi vê xelatê kêfxweş e û dixwaze di alboma xwe ya nû de stranekê bi zimanê kurdî tomar bike. 

Lê ev yek bû sedema nerazîbûna stranbêjên nijedperestên Tirk û bi çetal  û  keviçiyan hûnermendên weke Sertac Ortac, Ebrû Gundêş û gelek hûnermên din yên ku bi eslê xwe ne kurdin, êrîşî Ehmed Kaya kirin. 

Ev pêşhat ne tenê bû sedema vekirina dozê li hember Ehmed kaya, di heman demê de rêya jiyana xerîbiyê jê re vekir û neçar ma ji Tirkiyê derkeve û koçî Fransayê bike. 

Ehmed Kaya li Xerîbiyê, lê di nava atmosfereke azad de, xwest hunera xwe pêş bixîne, lê vê carê bi zimanê xwe yê dayikê. Wî li Ewropayê çend konserên berfireh lidarxistin ku bi stranên xwe yên cuda û şoreşgêrî zêdetir bala dost û dujminên kişand.  

Ehmed Kaya di wê demê de straneke kurdî weke kilîp bi navê “Kerwan Diçûn” tomar kir û mohra xwe li binê dîrokeke nû xist. 

Salekê piştî jiyana xerîbiyê, tiştê ku kes li bendê nebû qewimî. Kayayê navdar ku teze rêçika xwe ya stranên azadtir dîtibû, di 17ê mijdara sala  2000an de bi kirîza dil wefat kir. Ecelê rê neda rêbaza xwe ya nû biceribîne û cenazeyê wî li beşa 71an  a Goristana Père Lachaise ya Parîsê bi merasîmekê bi tevlîbûna zêdetirî 30 hezar kesî hate veşartin. 

CENAZEYÊ WÎ LI PARÎSÊ HATE VEŞARTIN; ZÊDEYÎ 30 HEZAR KES TEVLÎ MERASÎMA BIRÊKIRINA WÎ BÛN 

Ehmed Kaya di 28ê çilêya sala 1957an de li Meletiyê ji dayik bûye. 

Di zaroktiya xwe de dest bi hunerê kir û tevî xwendinê, di nava dukana bandên stranan de xebitî. 

Malbata Ehmed Kaya di sala 1972an de, bi neçarî ji bajarê Meletiyê koçberî bajarê Stenbolê bû. Li wir dest ji xwendinê berdide û ji bo debara jiyana xwe dixebite. 

Ehmed Kaya di sala 1978 an de diçe leşkeriyê û cîhê xwe di nav orkêstra leşkerî de digire. 

Di salê 1984an de bi awayekî profesyonel dest bi karê mûzîkê dike. Di salên 1984, 1985 û 1986ê de sê alboman belav dike.  

Ehmed Kaya di jiyana xwe ya hunerî de xwediyê 21 albomên stranane. Di nava Kurdistan û Tirkiyê û gelek welatên cîhanê de jî heya niha stranên wî di nava nifşên nû de tên guhdarîkirin û mohra zîndîbûnê li hunera xwe xistiye. 

Gelek caran Serokomarê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan ragihandibû ku ew dixwazin, gora Kaya vegerînin Tirkiyê, lê malbata wî heya niha destûr nedaye.