HRRK’ê xelata xwe ya afirandinê parve kir  

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, îro li Qamişloyê di roja dawî ya Mihrecana Rojava ya Çand û Hunerê de Xelala HRRK’ê ya afirandinê bi hevparî da Mihemed Emîn Ebdo û Henîf Hemo. 

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK îro çalakiyên xwe yên wêjeyî û hunerî bi dawî kir, di roja dawî de jî xelata afirandinê da Mihemed Emîn Ebdo û Henîf Hemo, HRRK’ê bi konferanseke ragihandinê xelata heftemîn ragihand. 

Di daxuyaniya HRRK’ê de ya ku li ser malpera xwe ya fermî belav kirî de hatıye gotin: ‘’piştî gengeşeyên berfireh û dûr û dirêj me du şewekarên reng û hest xweş ku her xwestine bi nîgarên xwe, êş û azarên gelê xwe vebêjin, me hêjayî vê xelatê dîtine, ew jî Mihemed Emîn Ebdo û Henîf Hemo ne’’.  

HRRK’ê destnîşan kir ku ev xelat serê şeş salan e bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike, nirxê xelatê hezar dolarê Amerîkî ye.  

Piştî sala 2016’an ku HRRK’ê xebatên xwe ji ewropayê derbasî Rojavayê Kurdistanê kir, biryara lidarxistina salane ya  Mihercana Rojava ya Çand û Hunerê girt. 

Sala 2023’an HRRK’ê xelata afirandinê bi hevbeşî dabû her du hunermenên kurd ên Rojavayê Kurdistanê Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî.