Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir û di bin çavdêriya hûr de tê dermankirin.
Hunermend Hozan Aydin (62) li Berlîna paytexta Almanyayê krîza dil derbas kir. Hat ragihandin Aydin pêr krîza dil derbas kiriye û rakirine Nexweşxaneya DRK Köpenickê. Tê zanîn ku 3 demarên Aydin xitimî ne.
Piştî pişkinînên li nexweşxaneyê, Aydin anjiyo bû. Bijîşkan diyar kir, metirsiya jiyanî ya li ser Hozan Aydin rabûye lê ji ber ku demarên wî hêj xitimî ne, rewşa wî krîtîk e. Dermankirina Hozan Aydin niha di bin çavdêriya hûr de didome.