Mazlûm Abdî: Hêzên me ji çend eniyan ve bi êrişên xurt rû bi rû mane 

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî ragihand, “Me xwest korîdoreke mirovî di navbera navçeyên xwe Heleb û Til Refetê de vekin, lê êrişa komên çekdar ên piştgirîkiriyên ji aliyê Tirkiyê ve ev korîdor qut kir û niha em ji bo derxistina gelê xwe ji Til Refet û Şehbayê ber bi navçeyeke ewle dixebitin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê Mazlûm Abdî li ser hejmara xwe ya X’ê daxuyaniyek weşand, Abdî diyar kir, geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lez û ji nişkê ve derketin.” 

Mazlûm Abdî eşkere kir, hêzên wan ji çend aliyan ve li hember êrişên xurt li ber xwe didin, tevî wê yekê jî Artêşa SÛriyê û hevpeymanên wê têk çûn û vekişiyan. 

Fermandarê Giştî yê HSDê ev yek jî zelal kir, wan hewl da korîdoreke mirovî di navbera navçeyên xwe Til Refet û Helebê vekin da ku gelê xwe ji qirkirinê biparêzin. 

Mazlûm Abdî dibêje, “Êrişên komên çekdar ên piştgirîkiriyên ji aliyê Tirkiyê ve ev korîdor qut kir, hêzên me jî bi berxwedêriya xwe parastina gelê xwe kir li Heleb, Til Refet û Şehbayê.” 

Di dirêjiya daxuyaniya xwe de Abdî da zanîn, ew dixebitin û bi hemû aliyan re di têkiliyê de ne ji bo derxistina gelê xwe li navçeyên Til Refet û Şehbayê û veguhestina wan ji bo navçeyên ewle li bakurê rojhilatê sûriyê. 

Bi gotina Mazlûm Abdî, Hêzên Sûriya Demokratîk li taxên kurdan ên Helebê hîna berxwedanê didomînin.”