Partiya DEM’ê derbarê êrîşên komên çekdar ên nêzî Tirkiyê li ser navçeyên bin kontrol Hêzên Sûriya Demokratîk ên weke Til Refet û bakurê Helebê daxuyaniyek weşand û ragihand, kurd, ereb û gelên li navçeyê bi metirsiya komkujiyê re rû bi rû ne.
Di daxuyaniya DEMê hate gotin,”Kurd, ereb û neteweyên din ên navçeyê yên ku ne bi komên çekdar re ne rastî metirsiya qirkirinê hatine.”
Partiya DEM’ê bang li civaka navdewletî, sazî û navendên siyasî jî kir ku bêdeng û temaşevan nemînin û dengê xwe bilind bikin û bertekê nîşan bidin.
Ev çend roj in Heyet Tehrîr Şamê li parêzgehên Heleb û Îdlibê êrîşî artêşa Sûriyê û alîgirên wê dike û komên girêdayî Tirkiyê jî êrîşî Til Refet û deverên di ên bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê kir.