KNK: Roj roja parastina Rojava ye 

Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê êrîşên li ser Rojava û Sûriyê daxuyaniyek weşand û banga parastina Rojava kir, û daxwaz ji hêzên peywendîdar kir êrîşên Tirkiyê rawestînin

Konseya Rêveber a KNK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku rewş diyar e û li pişt van êrîşan Artêşa Tirkiyê heye û wiha daxuyaniya xwe domand: 

“Dewleta Tirk dixwaze van herêman dagir bike. 

Ev ne cara pêşî ye ku dewleta Tirk êrîşî deverên girêdayî Rêveberiya Xweser dike. 

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk, bi her awayî li dijî Kurdên Rojava di nava planên xirab û êrîşan de ye. 

Deh sal berê, yên berê DAÎŞ’ê dane ser bajarê Kobanê, rayedarên dewleta Tirk bûn. 

Niha jî deverên girêdayî Rêveberiya Xweser, di bin êrîşên hêzên girêdayî dewleta Tirk de ne.” 

KNK’ê bang li hemû Kurdan kir ku weke serdema Kobanê, derkevin kolanan û berê xwe bidin Rojava, ji ber ku roj roja parastina Rojava ye.