Amerîkayê navendên komên girêdayî Îranê topbaran kirin 

Li derdora Dêra Zorê baregehên komên çekdar ên girêdayî Îranê ji aliyê Amerîkayê ve hatin topbarankirin, hêzên Rûsiyê jî, ji heft gundên derdora Dêra Zorê vekişiyan. 

Rêxistina Sûriyê ya Çavdêriya Mafê Mirovan ragihand, hêzên hevpeymanan ji baregeha leşkeriya Konîkoyê ya bakurê parêzgeha Dêra Zorê ve, navendên komên çekdar ên Îranê l navçeyên Quriye û Meyadîn ên derdora wê parêzgehê topbaran kirine. 

Li gorî rêxistinê, hêzên hevpeymanan heft gundên navçeyên Xeşam û Meratê li derdora Dêra Zorê ku navendên komên çekdar ên Îranê li wir in, bombebaran kirin. 

Li aliyekî din Rûsiye ji heft gundên derdora Dêra Zorê vekişiyan, niha jî Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê li navçeya Meamilê, ji bo kontrolkirina wan heft gundan amadekariyan dikin.