Heyva Sor ya Kurd ji Kanal8’ê re ragihand ew hewl didin bi karînên di destê wan de alîkariyan pêşkêşî koçberên Efrînê bikin, lê hejmar gelek mezin in.
Heyva Sor da zanîn, ji du rojan ve ji dema koçberên Efrînê ber bi rojhilatê Firatê ve tên ew ketine seferberiyê û hewl didin alîkariya her kesî bikin.
Hevyê destnîşan li aliyê Tebqayê 100 kon vegirtine û li ber deriyê Ebû Asî xizmetên dermankirinê pêşkêş dikin.
Li gorî agahiyên Heyva Sor heta niha ti hejmartinek ji kesên derbas bûne re nehatiye kirin lê ew texmîn dikin hejmara koçberan 100 hezar kes be.
Heyva Sor ya Kurd ragihand wan li Tebqa û Reqayê stargeh ji koçberan re peydakirine û beşê wan ê bi navê Wash dest bi diyarkirina asta pêwîstiyan kirine.
Heyva Sor diyar kir, wan hemleyekî komkirina alîkariyan li ewrûpayê dan destpêkirin û bang li welatiyan kirin ku alîkariyan pêşkêş bikin.