Rêveberiya Xweser: Pêwîstiya 30 hezar malbatan bi alîkariyê heye 

Wêne: Dijwar Orkêş - Kanal8

Rêveberiya Xweser piştgirîkirina bi koçberan re didomîne û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin, Ji ber ku hejmara koçberan hêza wan derbas dike. 

Piştî êrîşên Heyet tehrîr Şam û çekdarên girêdayî Tirkiyê ku êrîşî herêmên Helebê û Şehbayê kirin, bi hezaran koçberan berî xwe dan herêmên Rêveberiya xweser bi taybetî Reqa û Tebqayê.  

Derbarê rewşa koçberan Hevserokê Nivîsgeha Kamp û Koçberan a Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir, hejmara koçberên ku hatine herêmê û peydakirina pêwîstiyên wan hêza Rêveberiya Xweser derbas dike.  

Şêxmûs Ehmed balkişand ser alîkariyên ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî koçberan dike û got, “Ew koçberan li navnedên bicihkirinê yên ku bi awayekî demkî amade kirine, bi cih dikin û pêwîstiyên wan ên bingehîn bi cih tînin.” 

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku ji tevahiya deriyên sînorî bi hezaran koçber hatine herêmê û koçberiya ji herêmên şer a ber bi Herêma Rêveberiya Xweser ve dewam dike.  

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku şêniyên herêmê, hin komele û rêxistinên xêrxwaziyê li kêleka Rêveberiya Xweser alîkariyê didin, lê ew jî têra hejmara heyî nake, pêwîstî bi desteka rêxistinên navneteweyî heye.  

Şêxmûs destnîşan kir, pêwîstiya 30 hezar malbatan bi alîkariyê heye, ev hejmar zêde ye û pêwîstî bi alikariya Neteweyên Yekbûyî heye.