Balefirên Hevpeymaniya Navdewletî baregehên komên girêdayî Îranê li rojhilatê Sûriyê topbaran kirin. Rêxistina Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan da zanîn, Hevpeymaniya Navdewletî baregehên komên girêdayî Îranê li Bûkemalê armanc girtin.
Li gorî agahiyên rêxistinê deverên Cela, Xebra, Seyal, Hesrat û Hîzam Exder hatine topbaran kirin lê encamên wan heta niha nehatine zanîn.
Rêxistina Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan diyar kir, iro seri sibê jî balefirên hevpeymanan balefirxaneya Dêra Zorê bombebaran kir û 6 leşkerên parêzvanên komarî yên girêdayî hikûmeta Dîmeşqê hatine kuştin. Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê diyar kiribû, wan berpirsyariya xwe li ser 7 gundên Dêra Zorê ragihandiye û şer di navbera wan û komên Îranê de derketibû, lê heta niha HSD’ê kontrolkirina ti gundan ranegihandiye.