Li Neteweyên Yekbûyî (NY) civîneke awarte derbarê geşedanên Sûriyê hat lidarxistin û tê de Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen ew geşdan û bûyer metirsîdar bi nav kirin.
Geir Pedersen got, ‘’Geşedanên li Sûriyê ji ber êrîşên “terorîstî” ên li ser Heleb û Idlibê rû didin, gelek metirsîdar in’’.
Pedersen diyar kir ku qadeke berfireh a Sûriyê êdî di bin kontrola komên “terorîst” û çekdar de ye û diyar kir: “Şer zêde bûne û rêxistinên çekdar ber bi bajarên mezin ve pêşve diçin. Ev rêxistinên çekdar êdî binesaziyên giştî û nexweşxaneyan armanc dikin.”
Pedersen banga rawestandina şer kir û got, “Divê em aloziya Sûriyê bi rêbazên aştiyane çareser bikin.”
Civîna awerte li ser daxwaza Sûriyê û bi piştgiriya hin dewletên erebî û afrîqî hate lidarxistin û tê de Nûnerê Sûriyê di Neteweyên Yekbûyî de Qusey Dehak balkişand ser aliyên Astanayê û got: ‘’Tirkiya garantor erka xwe di pêşhatan de pêk neanî”.