Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê berdewame

CREATOR: gd-jpeg v1.0 (using IJG JPEG v80), quality = 70

8’emîn Pêşangeya Pirtûkan a Diyarbekirê 6 rojin berdewame û heta niha polîsan dest bi ser 5 pirtûkan de girtiye.

8’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê ku ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê û Rêxistina Pêşangeha TUYAP’ê ve hatiye rêxistin, 6 roj in dewam dike.

Bi giştî 216 weşanxane tevlî pêşangehê bûne ku 26 ji wan weşanxaneyên taybet ên pirtûkên kurdî ne.

Di niva 6 rojên pêşangehê de ku biryare heya 8ê kanûnê berdewam be, polîsan dest bi ser 5 pirtûkan de girtiye û du xebatkarên weşanxaneyan jî hatin binçavkirin û pişt re hatin serbest berdan.

Li gorî rêxerên pêşangehê ku ji bo malpera Arti Gerçekê axivî ne heta niha 70 hezar kesan serdana pêşangehê kiriye û tê payîn heta 8ê kanûnê 200 hezar kes serdana 8’emîn Pêşangeya Pirtûkan a Diyarbekirê bikin.