Selîm Temo: Mafê we tune derfetên ku bi dest ketine ji dest bidin!

Nivîskarê Kurd Selîm Temo li ser malpera xwe ya Xê derbarê êrişên ser Rojavayê Kurdistanê û yekitiya netewî bang li hemû hêz û aliyên Kurdistanê kir.

Temo di daxuyaniya xwe de êrişên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û weranakariya wan a li Efrîn, Şehba, Grê Spî û Serêkaniyê raxist ber çavan û da zanîn ev êrişana bi rê vekirina Amerîkayê û Rusyê pêk hatine.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Temo bal kişand li ser berxwedana Kurdan û piştgiriya Kurdan bi hevûdu re û divêtiya yekitiya netewî dest nîşan kir û wiha pê de çû: Rewşa me li gor sedsala çûyî baştir e. Me du artêş û du “dewlet” hene. Di vê pêvajoyê de me yekdengî divê.

Her wiha Temo dudengiyên di nav hêzên Kurdî de rexne kir û wiha berdewam kir: Dudengîyê rê li ber birakujiyê vekiribû. Dudengî dikare îro rê li ber perçebûna navxweyî jî veke. Ji rûyê partiyan me civaka sivîl tune, gel di navbera partiyan de hatiye dabeşkirin. Lewre divê em kesên xweser dengê xwe bilind bikin heya herê guhê siyasetmedarên me: “Mafê we tune hûn fersenda bi dest ketî ji dest bidin! Ligel hev bin! Hûn berpirs in!”

Temo, daxuyaniya xwe de bi etîketên, #RojavayêBiparêzê #LigelRojavayêBe #DefendRojava #StandWithRojava #SaveRojava bi dawî kir.