Qralîçeya Bêtac, Eyşe Şan

Eyşe Şan a ku ji aliyê dengbêjan ve wek rêber dihat dîtin, di nav gel de wek “Qralîçeya Bêtac” dihat naskirin, di 18’ê Kanûna 1996’an de jiyana xwe ji dest da.

Bi ser koça dawî ya Eyşe Şan re 26 sal derbas bûn. Eyşe Şan, di Mijdara 1938’an de li Amed’ê hatiye dinê; Ew bi navên Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Êlî jî tê naskirin.

Li Amedê, wek keça bavekî dengbêj ji dayik bûye, piştre li Gazîentab’ê, Stenbol’ê, Almanya’yê, Bexda’yê û Îzmîr’ê jiyaye. Di radyoyan de xebitî ye, stranên tirkî û kurdî gotin e, konser dan e û kaset tomar kirin e.

Ji ber ku malbata wê li dijî wê derket ku ew bi mûzîkê re eleqedar be, ji Diyarbekirê çû Gazîentabê. Ji ber qedexebûna zimanê Kurdî, di radyoyê de stranên tirkî digotin. Di sala 1963’an de ji ber tengasiyên aborî koçî Stenbolê dike û li wir konserên bi Kurdî û Tirkî dide. Pêşî bi strana ‘Ez Xezalim’ navdar bû, paşê yekem kaseta xwe ya Kurdî-Tirkî derxist. Ji ber navdarbûna wê, tade û zora malbata wê li ser wê zêde bûn û ji Tirki’yê derket, çû Elmanyayê.

Piştî demekê vedigere Stenbol’ê. Vê carê ji bilî tade û zorên malbatê, ji ber stranên digotin rastî gefan hat. Di sala 1979’an de diçe Bexdayê û bi navê Eyşana Elî dest bi gihandina dengê xwe di Radyoya Dengê Bexdayê de dike.

Di 18’ê Kanûna 1996’an de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Wê wesiyet kiribû ku gora wê li Amed’ê be, lê ev yek pêk nehat.

Ayşe Şan, heta roja dawîn a jiyana xwe li dijî zext û qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî li ber xwe da, yek ji wan dengbêjên jin e ku xizanî, sirgûn û êşa herî kûr jiyan kiriye.