ZIWAN-KOM dê yên ku waneyê Zazakî hilbijartine xelat bike

Parêzer Sidqî Zîlan li ser navê ZIWAN-KOM’ê daxuyaniyek belav kir û da diyarkirin yên ku zimanê zazakî hilbijartine dê ji aliyê komaleyê ve bên xelatkirin.

Komaleya Ziwan Kultur û Huneri ya ku li Amed’ê karên xwe li ser zimanê zazakî dimeşîne ji bo kesên ku zimanê zazakî hildibijêrin daxuyaniyek da.

Li ser navê ZIWAN-KOM’ê Parêzer Sidqî Zîlan daxuyaniyek da û da diyarkirin yên ku di dibistanên Tirkiyê de zimanê zazakî wekî waneyeke hilbijartî, hilbijartine û vê waneyê dixwînin, yan xwendekar bixwe yan malbatên wan yan jî rêveberiya dibistanê komaleyê agehdar bikin da ku komale wan xwendekaran xelat bike.

Zîlan di berdewamiya daxuyaniya xwe de da diyarkirin, “Em dê ferhenga zazakî ya Mamoste Roşan Lezgîn wekî xelat bi ser wan xwendekaran de belav bikin.”