Weşanên Avestayê li Bakurê Kurdistanê yek ji wan weşanên Kurdî yên destpêkê ye û îro 30 sal li ser damezirandina wê ve derbas bû.
Weşanên Avestayê ji ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
Avesta bû 30 salî. Me bi hev re dest pê kir; nivîskar, weşanger, xwendevan, belavkar, kitêbxane…
Em tev ummî bûn, zimanê me qedexe bû. Îsal bû 30 sal, me kitêba 900î jî çap kir, heta dawiya salê hedef a 1000î ye.
Spasiyeke jidil bo xwendevanan, bo her kesê ku bû şirîkê barê me, spas ji nifşên ku heta îro em bi hev re hatin, spas ji kesên ku em dê ji vir û pê de bi hev re bimeşin. Bi serbilindî!..
Weşanên Avestayê sala 1995’an ji aliyê Abdullah Keskîn û Songul Keskînê ve hatibû damezirandin.