Mazlûm Abdî: HSD’ê ne tenê ji bo kurdan şerê DAIŞ’ê kir

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê diyar dike, eger hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin, dê DAIŞ careke din zindî bibe û pêkane ku şerekî navxweyî jî li Sûriyê rû bide.

Mezlûm Ebdî ji rojnameya Guardian a Berîtanî re axiviye û gotiye: Hêzên hevpeymaniya navdewletî û HSD’ê bi hevkarî şerê DAIŞ’ê kirin û bi awayekî mezin serkeftin li hemberî DAIŞ bi dest xistin, lê vekişandina hêzên Amerîkî di vê demê  ji Sûriyê dê bibe sedem ku DAIŞ careke din zindî bibe.

Ebdî banga xwe kiriye serokê Amerîka Donald Trump ku hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê bihêle û hişyarî daye vekişandina wan dê metirsiya vegera DAIŞ’ê derxe holê û diyar kir ku Piştî DAIŞ hin çekên rêjîma Esed bi dest xistin, xwe bi hêz kiriye û ji ber mijûlbûna HSD’ê bi şerê Tirkiyê û çekdarên wê ve, derfeta DAIŞ çêbû ku xwe bi rêxistine bike û planek hebû êrîşî girtîgehên endamên wan têde bike.

Ebdî dest nîşan kir, hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê aramiyê li herêmê çêdike û eger ew ji Sûriyê vekişin dibe ku şerekî navxweyî li Sûriyê çêbibe, ji ber ku gelek komên çekdar gefan li kurdan didin.

Di dawî de Ebdî ji dewletên ewropî xwestiye ku piştgiriya HSD’ê bikin û gotiye, “HSD’ê ne tenê ji bo kurdan şerê DAIŞ’ê kiriye, lê belê ji bo dewletên ewropayê jî şer kiriye”.