Ji bo cara yekem di sala 2025an de Hevpeymaniya Navdewletî endamekî DAIŞ’ê yê girîng li çolistana Sûriyê kuşt.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê destnîşan kir, dronên Hevpeymaniya Navdewletî endamekî DAIŞ’ê li navçeya Resafê ya çolistana Sûriyê dema otomobîlek diajot armanc girt û kuşt.
Li gorî wê rêxistinê, ew navê wî çekdarî Mihemed Cedoe p û bi girîng binav kir.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê got, DAIŞ’ê sala bihurî 500 êrîş li Sûriyê pêk anî bû û bibû sedema kuştina zêdeyî 750 kesan, herwiha 117 çekdarên DAIŞ’ê jî hatin kuştin.