Şandeya Partiya DEMê dê îro biçe serdana Selehadîn Demîrtaş

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) îro dê biçe serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş.

Ofîsa Ragihandinê ya Partiya DEMê da zanîn ku Şandeya Partiya DEMê bi armanca hevdîtina Selehadîn Demîrtaş dê biçe Girtîgeha Edîrneyê.

Roja yekşemê jî şande dê biçe Girtîgeha Kandirayê ya li parêzgeha Kocaeliyê û bi Fîgen Yuksekdagê re hevdîtinê bike.

Serdana Partiya DEMê beşek e ji hevdîtin û civînên partiyê bi siyasetmedar û serok û berpirsên aliyên Parlamentoya Tirkiyê re.

Piştî 28’ê Kanûna 2024’an Şandeya Partiya DEMê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re civiya dest bi serdanên xwe kir.

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji sala 2016’an ve di girtîgehên Tirkiyê de ne.

Şande Partiya DEMê piştî hevdîtina Demîrtaş û Yuksekdagê dê careke din biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.