SOHRê diyar kir ku ji destpêka sala 2025’an ve balefirên bê mirov ên Tirk 23 caran herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirine û di encamê de 11 kes mirine û 21 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan sivîl in.
Tirkiyê stasyona elektrîkê ya li nêzîkî Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û bi vê yekê hejmara êrîşên esmanî yên ji serê salê û vir ve gihiştiye 23 erişan.
Riwangeha Sûriyê bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, belefireke bê mirov a Tirkiyê stasyona elektrîkê li bajarokê Derikê yê parêzgeha Hesekê bombebaran kir.
Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk otombîlek li gundê Xan Cebel ê derdora bajaroka Dêrikê bombebaran kir û di encamê de 2 kes mirin.
Riwangeha Sûriyê bo Mafên Mirovan ragihand, balefireke din a Tirkiyê tankeke avê li bajarokê Eburasîn li ser sînorê Hesekê bombebaran kir.
Balefirên şer û balefirên keşfê yên Tirkiyê derdora Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê yên nêzîkî Minbicê berdewam bombebaran dikin û şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayî Tirkiyê de didomin.