Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî ragihand, hêzên HSDê dê bibe beşek ji artêşa nû ya Sûriyê bin û dê bi rêveberiya nû re li ser paşeroja Sûriyê li hev bikin.
Abdî derbarê geşedanên dawî bi Sky News a Erebî re axivî û wiha got, dema ku di sala 2015’an de avakirina HSDê ragihandin, gotin ew dê bibe beşek ji sîstema parastina Sûriyê ya paşerojê û niha jî ku proseya avakirina artêşeke nû dest pê dike, ew dê bibin beşek ji proseyê.
Abdî dibêje, ew dê bi rêveberiya nû ya Sûriyê re li ser mijarên sereke yên girêdayî paşeroja wî welatî li hev bikin û wiha da diyarkirin, “Em li ser yekparçebûna xaka Sûriyê li hev dikin, lê wek hûn dizanin gelek hûrgilî hene û Sûriyeyî li benda çareseriyê ne.”
Derbarê kongreya netewî ya Sûriyê de Abdî da zanîn, heya niha ew ji bo kongreyê nehatine vexwendin, lê nêrîna wan ew e ku nûnerên hemû pêkhate, herêm û hêzên Sûriyê beşdarî amadekariyên kongreyê bibin, eger nebe kongre bi ser nakeve.
Derbarê êrişên Tirkiyê û gefên wê yên ser Kobanê jî Abdî wiha got, “Em pabendî agirbestê ne, lê divê em eniya Bendava Tişrînê li hember êrişên komên Tirkiyê, balefir û balefirên bêmirov ên Tirkiyê biparêzin.”
Ji bo mijara herêmên bêçekkirî jî Abdî eşkere ki ku wan ji bo pêşniyara xwe ya veguhertina herêma bêçekkirî bersiveke erênî negirtine.
Derbarê têkiliyê wan bi Amerîkayê re Abdî got, “Peywendiyên me bi Washingtonê re piştî rûxana Esed bihêztir bûne, ji ber ku valahiyeke mezin heye û DAIŞ sûdê ji vê rewşê werdigire. DAIŞê çekên kîmawî û şiyanên leşkerî bidest xistiye û metirsiyên wê jî zêde bûne.”