Ramî Ebdulrehman: Karaset e ku  Ehmed Şeri’ nikare endamên xwe kontrol bike 

Rêvebirê Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê, Ramî Ebdulruhman derbarê binpêkirinên li hemberî Elewiyan hişyarî da Ehmed Şeri’ ku çareyekê bibîne yan dê kareset rû bide.

Ramî Ebdulrehman ragihand, piştî reva Beşar Esed û heta niha 80 tewanên kuştinê li hemberî Elewiyan pêk hatine, di encama van tawanan de 157 kesên elewî hatine kuştin.

Ebdulrehman dest nîşan kir, karaset e ku  Ehmed El Şer’i nikare endamên xwe kontrol bike, lê eger ev kiryar bi ferman û daxwaza wî ne, ev keraset mezintir e, ji ber ku êdî elewî daxwaza xweparastina navdewletî dikin û elewî didin zanîn ku wan xwe ji Beşar Esed û Îranê qut kiriye, lê em naxwazin kiriyarên endamên Ehmed Şeri’ bibe hincetek ku Îran careke din destwerdanê bike.

Li aliyekî din hin Elewî bang dikin Îsraîlê ku wan biparêzin, her wiha hin elewiyên li Tirkiyê daxwaz ji Tirkiyê dikin ku derbasî herêmên Elewiyên Sûriyê bibe û wan biparêze.