Hêzên Ewlekariya Tirkiyê li 41 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê operasyonek bi navê “Gurz-37” pêk anîn û di encama de 147 kes bi gumana endamtiya PKKê ve binçav kirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya Xê nivîsand, bi hevahengiya Serokatiya Odeya Dijî Terorê û Serdozgeriyên Komarê, li 41 parêzgehan operasyon bi navê “Gurz-37” hate pêkanîn û di encamê de 147 kes bi gumana endamtiya PKK’ê hatine binçavkirin .
Yerlîkaya diyar kir, di operasyona Gurz-37ê de ku ev 10 roj in li dijî PKKê berdewam dike, 147 gumanbar binçavkirine û ji wan jî 30 kes hatine girtine,17 bi merc hate berdan û derbarê kesên din de jî lêkolîn berdewam dike.