Hevdîtina Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê ya bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê dest pê kir.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ku bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîbû.
Şandeya Partiya DEMê piştî hevdîtina xwe ya bi Ocalan re bi alî û partiyên siyasî yên Tirkiyê re civîn pêk anîn.
Li ser bernameya şandeyê dê îro bi Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehadîn Demîrtaş re li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hevdîtin pêk tînin.
Di Şandeyê de parlementerên Partiya DEM’ê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Hevserokê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin pêk tê.
Hat diyarkirin ku şandeyê piştî hevdîtinê daxuyanî nede. Dê pişt re daxuyaniyeke berfireh bidin.