Civîna Şandeya Partiya DEMê û Selehadîn Demîrtaş bi dawî bû

Şandeya Partiya DEMê bi Hevserokê berê yê HDPê Selehadîn Demîrtaş re li Girtîgeha Edirnê hevdîtinek pêk anî. Li gorî zanyariyan şandeyê bi Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli re ji hevdîtin kiriye.

Şandeya Partiya DEMê beriya rojan bernameya xwe ya serdan û civînan ji raya giştî û çapemeniyê re eşkere kiribû. Di çarçoveya wê bernameyê de îro bi Hevserokê berê yê HDPê Selehadîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anî.

Hat zanîn ku şandeyê di heman demê de bi Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli re jî hevdîtin pêk aniye.

Hat zanîn ku hevdîtina di navbera Demîrtaş û şandeyê de du demjimêr nîvan domandiye.

Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyanî neda û pêştir jî diyar kiribû ku dê demên bê de daxuyaniyeke berfireh bidin.

Şandeyê dê sibe jî biçe Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê serdana Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag bike.