Selehadîn Demîrtaş: Baweriya me bi birêz Ocalan heye û em piştgiriya wî dikin

Hevserokê berê yê HDPê Selehadîn Demîrtaş piştî hevdîtina xwe ya bi Şandeya Partiya DEMê re li ser malpera xwe ya Xê nameyak belav kir.

Di destpêka nameya xwe de Demîrtaş da diyarkirin ku baweriya wî bi Ocalan heye û piştgiriya xwe ji bo wî anî ziman.

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) îro çû serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş.

Demîrtaş destnîşan kir ku Ocalan bi fedakarî û cidiyeteke mezin xebatên xwe didomîne û got, “Ez dixwazim diyar bikim ku bawerî û piştgiriya min a bi temamî ji wan re, ji partiya me Partiya DEMê û bi taybetî ji rêzdar Abdullah Ocalan re heye ku li Girava Îmraliyê di tecrîdê de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê hewlên mezin dide.”

Demîrtaş nêzikatiya desthilata Tirkiyê ya ji bo pêvajoyê rexne kir û wiha pê de çû: Her çiqas ji navdanîna pêvajoyê xwe bidin alî jî, ev pêvajoya ji bo me ‘Pêvajoya Demokratîkbûyîn, Aştî û Biratiyê ye.’

Di berdewamiya nameya xwe da Demîrtaş da diyarkirin, “Ger şert û mercên birêz Ocalan ava bibin û di derbarê her çi mijarekê de însiyatîf werbigire, em piştgiriya wî dikin. Bêguman bangeke ku ger bê kirin jî însiyatîf bi tevahî ya wî ye.”

Demîrtaş da zanîn ku ji bo pêvajo bi awayekî baş bimeşe divê gavên yasayî yên ku bawerî didin demildest bên avêtin.

Her wiha Demîrtaş got, “Rû û arasteya piraniya Kurdan ber bi Tirkiyê ve ye. Ger aştî û demokrasiyeke bihêz bê avakirin di vê pêvajoyê de em dê tevahî serkevin.”