Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê derbarê êrişên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê daxuyaniyek da û da diyarkirin, di nav du mehan de ji ber êrişên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê 92 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Di êrişên artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê, ji mijdara 2024ˈan heya 10’ê çileya 2025ˈan ve 92 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 43 sivîlên din jî birîndar bûne, her wiha di nava wê demê de li sînorê Efrînê 300 sivîl ji aliyê komên çekdar ve hatine bêserûşûnkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka operasyona Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) li parêzgeha Helebê di 27’ê mijdara bihûrî de, êrişên artêşa Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê jî di wê demê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirin.
Li gorî çavkaniyê, ji 27ê mijdara 2024ˈan heya 10’ê çileya 2025ˈan de ji ber wan êrîşan, 92 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 43 sivîlên din jî birîndar bûne.
Derbarê sûcên ku artêşa Tirkiye û komên çekdar di rêwîtiya koçberkirina xelkê Efrîn-Şehbayê de kirine, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir, di Kanûna 2024ˈan de, 145 sivîl hatine windakirin ku 17 jiwan jin in.