SOHRê derbarê liv û tevgerên çekdarên DAIŞê yên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û da diyarkirin, çekdarên ku xwe amade dikirin êrişî girtîgehên DAIŞ’iyan bikin ji aliyê HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ve hatin kuştin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî şaneyeke DAIŞê ya li Hesekeya Rojavayê Kurdistanê kuşt.
Riwangeha Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) destnîşan kir, HSDê û hevpeymaniyê operasyonek li gundê Beko yê gundewarên Hesekê pêk anîn û bi ser cihê şaneyeke DAIŞê de girtin.
Li gorî agahiyên riwangehê, çekdaran li ber xwe daye û di encama şer de 4 çekdar ku yek ji wan serkirde ye hatine kuştin.
Bi gotina riwangehê ew çekdarên ku ji aliyê Serêkaniyê ve derbasî herêma Rêveberiya Xweser bûbûn û plan dikirin êrîşî girtîgeha Sînaa ya bi hezaran çekdarên DAIŞê di tê de ne, bikin.