Şandeya Partiya DEMê ji bo hevdîtinê bi Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag re pêk bîne çû Girtîgeha Kocaeliyê.
Şandeya Partiya DEMê ya ku ji Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk tê, duhê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi Hevserokê Giştî yê berê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehadîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli re hevdîtin kir.
Şandeya Partiya DEMê îro jî çû serdana Hevseroka Giştî ya berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag. Nayê zanîn bê piştî hevdîtinê daxuyanî were dayin an na.