Nûçegihanê KANAL 8’ê ji Bendava Tişrînê da zanîn ku Artêşa Tirkiyê îro bênavber derdora Bendava Tişrînê topbaran û bombebaran kiriye.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina êrişên Artêşa Tirkiyê ya li ser Bendava Tişrînê 5 rojin çalakiya nobetê li Bendava Tişrînê dane destpêkirin.
Nûçegihanê KANAL 8’ê Delîl Remedan ragihand ku îro danê sibehê Artêşa Tirkiyê derdora bendavê 7 caran zêdetir topbaran kiriye û êrişên xwe yên li ser deverê dijwartir kiriye.
Her wiha Nûçegihanî da zanîn, ji bîlî topbarankirinê, Tirkiyê derdora bendavê jî bi balefiran ve çend caran bombebaran kiriye.
Li gorî agehiyên ku destê Nûçegihanê KANAL 8’ê ketine, di topbaran û bombebarana îro de wendahiyên canî çênebûne.
Rêveberiya Xweser di 8’ê Çileyê de li dijî êrişên Artêşa Tirkiyê ya li ser Bendava Tişrînê banga seferberiyê kiribû. Ji wê rojê vir ve şêniyên deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Bendava Tişrînê nobetê digrin.