HSDê amarên şer û pevçûnên dawî yên li Minbicê eşkere kir û da zanîn, hêzên wan 23 çekdarên girêdayî Tirkiyê kuştine û 3 endamên wan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amarên şer û pevçûnên li başûrrojhilatê Minbicê bi daxuyaniyekê ve eşkere kir.
HSDê da diyarkirin, li eniya başûrrojhilatê Minbicê di navbera endamên wan û çekdarên girêdayî Artêşa Tirkiyê de pevçûnên dijwar diqewimin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de HSDê got, “Di van pevçûnan de ji demjimêr pêncê danê êvarê roja Îna bihurî destpê kir û heta roja din demjimêr 11:00’ê sibeha roja Şemiyê berdewam kir, di encamê de 23 çete hatin kuştin û 36 çeteyên din jî birîndar bûn ku hin ji wan bi giranî birîndar bûn.”
Her wiha HSDê da zanîn, çekdarên girêdayî Tirkiyê ji ber dijwariya derbên HSDê ji şer direvin.
Di dawiya daxuyaniyê de HSDê da diyarkirin ku di şer û pevçûnên dawî de 3 endamên wan bi lehengî şer kirine û jiyana xwe ji dest dane.