Çekdarên girêdayî Tirkiyê êrişê gundewarê bakurê Bendava Tişrînê dikin

Li gor çavkaniyên herêmî yên KANAL 8’ê, çekdarên girêdayî Tirkiyê li Girê Siryetel ê Minbicê amadekeriya êrişeke berfireh dikin û niha şer û pevçuneke dijwar di navbera HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de diqewime.

Li gor çavkaniyên herêmî çekdarên girêdayî Tirkiyê êrişê gundewarê bakurê Bendava Tişrînê kirine. Li ser bersivdayîna endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şerekî dijwar di navbera wan de diqewime.

Her wiha hat zanîn, çekdarên girêdayî Tirkiyê bi çekên giran dibistaneke gundê Qereqozakê topbaran kirine û avahiya dibistanê zirar dîtiye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî îro derbarê êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê daxuyanî da û da diyarkirin ku Tirkiyê êrişên xwe yên li ser herêmê dijwartir kiriye.