Civîna Şandeya Partiya DEMê ya bi Fîgen Yuksekdag re qediya

Şandeya Partiya DEMê îro ji bo hevdîtina Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdagê çû Girtîgeha Kocaeliyê. Şandeyê da diyarkirin ku ew bi Parlementera berê ya Partiya DEMê Semra Guzel re jî hevdîtin pêk anine û herduyan jî gotine ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin.

Şandeya Partiya DEMê piştî hevdîtinê li ber girtîgehê daxuyanî da. Li ser navê şandeyê Sirri Sureyya Onder axivî û diyar kir ku Fîgen Yuksekdag di serdanê de gotiye, ew bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê wan amadene bikin.

Di berdewamiya axaftinên xwe de Onder wiha got, “Me bi Serok Fîgenê re hevdîtin kir. Tenduristî û morala wan baş bû. Me bi parlementera xwe Semra re jî hevdîtin kir. Silavên wan ji tevahî raya giştî re heye. Ew ê sibê têkildarî pêvajoyê li ser malpera xwe ya civakî daxuyaniyê bide. Lê xwest ez ji we re bibêjim; “Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me, em amade ne pêk bînin.”

Onder di berdewamiya axaftinên xwe de got, “Ez 5 sal berê tehliye bûbûm. Em dîsa li vir axivî bûn. Di nava 10 salan de vî welatî gelek tiştên giran wenda kir. Du tiştên ku vegera wan tune ne hene; yek kesên jiyana xwe ji dest dayîne ya din jî dem e. Hemû şehîd û gaziyên vî welatî rûmeta vî welatî ne. Diyariya herî mezin a ku em bikarin bidin wan, bidawîkirina şer û tacîdarkirina bi aştiyê ye. Em ciddî û jidil in.” 

Onder, wiha domand: Zarokên vî welatî, nabe mîrateya şer bigirin. Berpirsyartiya me ew e ku welatekî aştiyane radestî wan bikin. Nîqaşên bêsûd tên kirin. Ev ziman bi qasî çekê zirarê dide. Dê welêt dabeş bibe, du ziman, du al û hwd… Di rojeva me de tiştekî wiha nîne, me gotubêj nekiriye û ne jî tiştekî wisa hatiye gotin. Em amade ne bi her kesên ku gumanê ji pêvajoyê dibin re rûnên. Tekane ricaya min ew e ku dev ji vî zimanê jehrî berdin.

Onder, wiha pê de çû: Heke dê bibêjî bi xêr bibêje. Em pêvajoyê zelal dimeşînin. Lê du mifteyên wê hene. Yek ciddîbûn a din jî jidilbûn e. Mafê me heye ku li benda tiştekî wiha bin. Ev derd, derdê me tevan e. Li dijî vî zimanê êrişkar em herî zêde dikarin wiha bibêjin. Dê gel biryara jidilbûnê bide. Ev hefteyeke em di rêyan de ne. Di rê de yên daxwaza aştiyê dikin, yên me hembêz dikin, yên dibêjin lez bikin û car bi car hişyar dikin. Di vê mijdarê de wijdana gel rêya rast nîşan dide. Divê mirov rê nede qesabên kevokan. Ev jî berpirsyartiya me tevan e.” 

Onder, ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi partiyên Kurdistanî re jî wiha got, “Belê dê bidomin. Partî plansaziya wê dike. Em çi bibêjin dê xelet be. Em ê ti derdorên civakî li derveyî parvekirinê nehêlin.”