Hevserokên Şaredariya Mêrsînê hatin girtin û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm tayinî şaredariyê kir.
Hevserokên Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10’ê çileyê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, duh sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatiye tayînkirin.
Wezareta Navxwe da zanîn ku qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 endamên meclisê jî ji peywirê hatine dûrxistin.
Piştî hilbijartiyên xwecihî yên 31’ê Gulana sala çûyî, hikûmeta Tirkiyê qeyûm li şûna neh şaredariyan tayîn kir ku heft ji wan ên Partiya DEM’ê û du jî yên CHP’ê ne.