Îsal Tirkiyê 38 êrîşên esmanî li derdora bendava Tişrînê pêk anîne

Ji destpêka îsal heya niha Tirkiyê 38 êrîşên esmanî li derdora Bendava Tişrînê, Pira Qereqozak û navçeyên başûrê Kobanê pêk anîne.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, ji destpêka îsal ve heya niha Tirkiyê bi rêya balafirên leşkerî 14 êrîşên esmanî li navçeyên derdora Balefirxaneya Sirîn, Girê Tifahe, Girê Berkel a derdora Kobanê, Girê Sêve û gundê Bîr Heso li deroda Pira Qezeqozakê pêk anîne.

Li gorî riwangehê, di nava wê demê de, Tirkiyê 24 êrîşên dronan li navçeyên derdora Bendava Tişrîn, Pira Qereqozak û navçeyên başûrê Kobanê pêk anîne.

Riwangehê diyar kir, di êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane ku şeş ji wan sivîl bûn, her wiha 21 kesên din jî birîndar bûne. 

Ev zêdetirî mehekê ye, êrîşên komên çekdar ên grêdayî Tirkiyê li ser bendava Tişrîn û başûrê Kobanê berdewam dikin û hêzên HSD’ê jî bi berdewamî bersiva wan didin.