Ehmed Şeri’: Bi hebûna komên çekdar em nikarin Sûriyeke nû ava bikin

Serokê Îdareya nû ya Sûriyê tekezî li ser hilweşandina komên çekdar kir û ragihand, bi hebûna komên çekdar, ew nikarin dewleta nû ya Sûriyê ava bikin. 

Piştî lidarxistina civîna berfireh a wezîran derbarê rewşa Sûriyê li Riyada paytexta Siûdiyê, Serokê Rêveberiya nû ya Sûriyê Ehmed Şeri’ di daxuyaniyekê de ragihand, divê saziyên sereke yên dewletê ji Serokatiya Komarê heya parlemento û hikûmetê bên avakirin.

Ehmed Şeri’ diyar kir, dewleta Sûriyê ji mafên takekesî girîngtir e û ew dixwazin dewletekê ava bikin ku asteke nû ya wekheviya navbera pêkhateyên gel di tê de bê dîtin û bûyerên berê dubare nebin. 

Serokê Rêveberiya nû ya Sûriyê ragihand, di çarçoveya desthilata nû û avakirina saziyên dewletê de, ew rijd in li ser dûrketinê ji tolhildan û hizra şoreşê, ji ber ku bi nerîna wî tolhildan dê dewletê têk bibe.

Ehmed Şeri’ diyar kir, bi hebûna komên çekdar, ew nikarin dewleta nû ya Sûriyê ava bikin û got, ew wan kesên ku destê wan di tawan û komkujiyên li dijî gelê Sûriyê de heye, efû nakin.