Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan diyar kirin ku qeyûmê ji bo Şaredariya Akdenîzê hatiye tayînkirin “derbe” ye û gotin, “Zalim û zordest dê winda bikin.”
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê dan.
Tuncer Bakirhan li ser malpera xwe ya civakî wiha got, “Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hevserokên şaredariya me û endamên encûmena me hatin girtin. Ji bo şaredariya me ya ku bi îradeya gelên Akdenîzê hatiye hilbijartin qeyûm hat tayînkirin. Tayînkirina qeyûman ji bo şaredariya me ya Akdenîzê, darbeyeke eşkere ya li dijî hêviya gelan a jiyana hevpar e. Em vê yekê red dikin. Em bang li hikêmetê dikin divê demildest dev ji zilma qeyûman û darbeyan berdin.”
Li aliyê din Tulay Hatîmogûllarî ev bertek nîşan da: Hikûmetê bi daraza di bin fermandariya xwe de careke din li dijî vîna gel darbe pêk anî. Hevşaredarên me yên Şaredariya Akdenîzê Nuriye Aslan, Hoşyar Sariyildiz û endamên encûmena me hatin girtin û li cihên wan tayînkirina qeyûm jî bi zorê nehiştina kurtêlên demokrasiyê ye. Aştiya Navxweyî ne bi qeyûman, bi demokrasî û azadiyê pêk tê. Em vê desteserkirina îradeyê qebûl nakin û hewl didin hêviya aştiyê bilind bikin.