Çavkaniyek ji KANAL 8’ê re: Nûnerê Mesûd Barzanî dê bi Mazlûm Abdî re bicive

Nûnerê Mesûd Barzanî dê li Rojavayê Kurdistanê bi ENKSê û Mazlûm Ebdî re bicive.
Dr. Ebdulhemîd Derbendî, Nûnerê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, dê îro Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) re bicive.

Çavkaniyeke taybet ji bo KANAL 8’ê ragihand ku Ebdulhemîd Derbendî dê destpêkê li Hesekê bi Mazlûm Abdî re û pişt re jî li Qamişloyê bi ENKSê re bicive.

Di heman demê de Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif jî ji bo KANAL 8’ê ragihand ku Dr. Ebdulhemîd Derbendî gihiştiye Rojava û dê bi wan re civînê li dar bixe.

Hêjayî gotinê ye ku Mesûd Barzanî di 8’ê Çileyê de li Hewlêrê bi şandeya ENKSê re civiyabû.

Şandeya ENKSê ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Fesla Yûsif û Nîmet Dawûd pêk hatibû.