Leşkerên Tirkiyê li sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê du ciwanên Sûriyeyî bi giranî êşkence kirin û yekî ji wan jiyana xwe ji dest da.
Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn, dema herdu welatî ji aliyê Kobanê re hewl didan bi qaçaxî bikevin Tirkiye ji aliyê leşkeran ve hatine girtin û bi giranî hatine êşkencekirin.
Li gorî agahiyên riwangehê yek ji wan bi esil xelkê parêzgeha Hemayê ye û li Reqayê dima di bin êşkenceyê de hate kuştin.
Ev bûyera yekem a kuştinê ye li ser sînorê Tirkiyê – Sûriyê piştî ketina desthilata Beşar Esed.
Di salên qeyrana Sûriyê de bi sedan ji Sûriyeyiyan li ser sînorê Tirkiye bi destê leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin.