HSDê da zanîn, ji duhê ve bi dehan çekdarên girêdayî Tirkiyê li Minbicê hatine kuştin û gelek alavên wan ên leşkerî hatine rûxandin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir, çekdaran êrîşeke dijwar birine ser gundewarên başûrrojihilatê Minbicê ya bakurê Sûriyê.
Li gorî HSDê hêzên wan bersiveke tund dane çekdaran û di encamê de 23 çekdar hatine kuştin û 7 jî birîdar bûne. HSDê destnîşan kir, wan li Girê Syriatelê 15 çekdar kuştine û 6 panzêr û alavên leşkerî têk birine.
Her wiha, HSDê da diyarkirin, yekîneyên wan ên asîmanî cihên çekdaran armanc girtine û hejmarek çekdar hatine kuştin lê hejmara kuştiyên çekdaran zelal nekirine.
Hevdem, HSD’ê da zanîn, Tirkiye û çekdaran gundên Girik û Omerekê yên girêdayî Kobanê û gundên navçeya Sirînê bombebaran û topbaran kirine.