Serokê Şaredariya Bêşîktaşê yê CHPê hate binçavkirin

Serokê Şaredariya navçeya Beşiktaşê ya Stenbolê ku ser bi CHPê ye, bi tometa wergirtina bertîl û endamê rêxistineke tawankariyê ye, hate binçavkirin.
Ajansa Anadoluyê ya girêdayî hikûmeta Tirkiyê ragihand, bi tometa endamtiyê di rêxistineke tawankariyê de û wergirtina bertîlê, Serokê Şaredariya navçeya Beşiktaşê Riza Akpolat hatiye desteser kirin.
Îro di nava avahiya Şaredariya Beşiktaşê de, hêzên ewlehiyê êrîşî ser ofîsa Akpolat kirin.
Her di çarçoveya heman dosyeyê de, hêzên ewlekariyê 38 kesên din binçav kirin.
Derbarê wê gavê, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê Xê piştevaniya xwe ji bo Reza Akpolat nîşan da û ragihand, proseyên girtinê, gerek din a operasyonên neyasayî ye.
Binçavkirina Serokê Şaredariya CHPê piştî biryara dadgeha Mêrsînê tê ku piştî girtina Hevşaredarên Akdenîzê yên ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm li cihê wan danî.