Devlet Bahçelî: Divê PKK, piştî hevdîtina duyem a Îmraliyê çekan dayne


Serokê Giştî yê MHPê li Parlementoya Tirkiyê di civîna Koma Partiya xwe de axivî û da diyarkirin, divê PKK, piştî hevdîtina duyem a Şandeya Partiya DEMê ya li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê yê Abdullah Ocalan re, çekan dayne.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, îro di civîna Koma Partiya xwe de li Parlementoya Tirkiyê axivî.

Bahçelî, derbarê hevdîtinên Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) a li Girava Îmraliyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re got, “Hevdîtinên ku hatine kirin ji aliyê me ve erênî ne. Serdanên Şandeya Partiya DEMê yên ji bo partî û aliyên din dilxweşker e. Êdî ji bo rêxistina terorê dawî hatiye.”
Ji bo çekdanîna PKKê Bahçelî wiha pê de çû: Di hevdîtina duyem a di navbera şandeyê û Îmraliyê de divê hilweşandina PKKê bê ragihandin. Ya divê çekên xwe daynin yan bi çekên xwe ve radest bin yan jî rû bi rûyê dawiya xwe ya jêveneger bin. Bi terorê re ne gotubêj, tenê tekoşîn tê kirin.