Wezîrê Derve yê Sûriyê dê serdana Tirkiyê bike


Tê payîn, Wezîrê Derve yê Hikûmeta nû ya Sûriyê Esed Şîbanî sibe serdana Tirkiye bike.
Esed Şîbanî li ser hesaba xwe ya Xê ragihand, sibe ew serdana Tirkiyê dike û destnîşan kir, di nava 14 salên bihûrî de Tirkiyê xelkê Sûriyê bi tenê nehêştiye.
Serdana Şîbanî piştî serdanên wî yên ji bo Siûdiyê, Qeter, Îmarat û Urdunê tê.
Piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed, rayedarên Tirkiyê amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina alîkariyan di her aliyan de ji bo Sûriyê nîşan dabû.