Abdulkadîr Selvî: Erdogan gotiye, Ocalan jî naxwaze derkeve hepsa malê

Rojnamevanê Tirkiyê Abdulkadîr Selvî, di nivîseke xwe de da diyarkirin ku Erdogan gotiye, “Heps mepsa malê tine. Ew jî naxwaze derkeve, tiştekî bi navê efûyê tine.”
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Receb Teyîb Erdogan bi parlamanterên partiya xwe re civiyaye û mijareke sereke ya civînê pêvajoya nû bûye ku di navbera Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û dewletê de dest pê kiriye.
Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe de got ku parlamenter herî zêde li ser mijara “hepsa malê” gotûbêj kirine û ji Erdogan pirs kirine.
Erdogan jî bersiv daye wan û gotiye, “Heps mepsa malê tine. Ew jî naxwaze derkeve, tiştekî bi navê efûyê nîne. Ji kujerê zarokan re efû tine.”
Li gorî nivîsa Selvî, Erdogan pişt re jî berê xwe daye Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û gotiye, “Van ji xelkê re bibêjin.”
Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Erdogan gotiye divê PKK çekan deyne û “Divê ne tenê li Tirkiyê, li Îraq û Sûriyê jî çek bê şert û merc werin danîn.”