Ferhad Şamî: Nûçeyên ku dibêjin me 1500 dron ji Îranê wergirtine ne rast in


Rêveberê Navenda ragihandina HSDê Ferhad Şamî derbarê çavkaniya dronên ku HSD bi kar tîne, daxuyanî da û nûçeyên ku dibêjin HSDê dron ji Îranê wergirtine red kir.
Rêveberê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî got, “Dronên di dest me de encama ezmûneke xwemalî ye, zarokên Bakur û Rojhilata Sûriyê ew çêkirine, di vê derbarê de jî ragihandina ser bi Tirkiyê de ya ku piştgiriya komkujî û qirkirina gelên herêmê dike, nûçeyên ne rast belav dikin, di nav de jî nûçeyên sosret ku destnîşan dikin qaşo HSDê 1500 dron ji Îranê wergirtine, ev nûçe ne rast in û ragihandina Tirkiyê dixwaze ziyanê bighînin hêzên me û atmosfereke dijber li dijî doza gelên me li Bakur û Rohjilatê Sûriyê ava bikin.”
Her wiha Ferhad Şamî diyar kir, hêzên wan di encama ezmûna xwe ya şerê li dijî DAIŞê de, ji hêla leşkerî ve xwe pêşxistine û dron jî ezmûneke xwemalî ye ku bi destê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine çêkirin û pêşxistin.