Lammy di civîneke Parlamentoya Brîtanyayê de bersiva pirsên parlamenteran ên derbarê siyaseta derve û sizayên Brîtanyayê yên li ser Sûriyê kir.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy di civîneke Parlementoya Brîtanyayê de bersiva pirsên hin parlementeran ên ku derbarê sizayên Brîtanyayê li ser Sûriyê, da.
Lammy destnîşan kir, ew bi hevalbendên xwe re sizayan ji ber çavan re derbas dikin û kêfxweşiya xwe ya li hember qonaxa nû li Sûriyê anî ziman.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê got, hinek pêşketinîn Sûriyê nebaş bûn û xwest li Sûriyê hikûmeteke giştî bê avakirin.
Lammy da zanîn, ew dê bi rêya kiryarên hikûmeta nû ve wan binirxînin û dê di vê mijarê de lezê nekin.
8’ê Mijdara bihûrî desthilata Beşar Esed ya nêzî 24 salan bi dawî bû û niha hikûmeteke demkî heye. Gelek aliyan û di nav wan de Amerîka û Yekîtiya Ewropayê behsa kêmkirina cezayan kirin û herî dawî Amerîka hi sizayên li ser Sûriyê kêm kirin.