ÇEKDARÊN HTŞ’Ê ÊŞKENCE LI 3 CIWANÊN KURD KIRIN Û EW REVANDIN

SOHR’ê ragihand, 3 ciwanên Kurd dema ji Dîmeşqa paytexta Sûriyê vedigeriyan Qamişloyê bi hinceta ku wêneyê Bavê Teyar di telefona wan de ye hatin êşkencekirin û revandin.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Malbateke Kurd ji bo tedawiyê bi otomobîla xwe ji Qamişloyê çûbû Dîmeşqê. Dema vegera wan li ser rêya bajarê Himsê, çekdarên girêdayî Rêveberiya Operasyonên Leşkerî ew 3 welatiyên Kurd girtin û êşkence li wan kirin.

Her wiha SOHR’ê da zanîn, çekdaran li xala kontrolê ya Himsê otombîla wê malbatê rawestandine û nasnameyên wan ji wan xwestine.

Di berdewamiya ragihandinê de hat diyarkirin ku di otombîlê de 3 jin û 3 mêr hebûne. 

Riwangehê da zanîn ji ber ku li ser telefona ciwanekî wêneyê Bavê Teyar hebûye çekdaran her sê mêr jî ji otombîlê daxistine û êşkence li wan kirine.

Her wiha SOHR’ê da diyarkirin, çekdarên girêdayî Hikûmeta Sûriyê jin bi otobusekê ve şandine Qamişloyê û her sê mêr jî girtin e.

Heya niha jî çarenivîsa wan kesan nediyar e.