BALEFIRÊN TIRKIYÊ STASYONA AVA VEXWARINÊ DIDE KOBANÊ WÊRAN KIR

Balefirên artêşa Tirkiyê stasyona gundê Şiyûxa Jorîn ku ava vexwarinê dide Kobanê bombebaran kir.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê dîmenên stasyona gundê Şiyûxa Jorîn ku ava vexwarinê dide Kobanê weşand ku bi temamî wêran bûye.

Ajansê diyar kir ku stasyon ava vexwarinê ji bo Kobanê û gundewarên wê dabîn dike.

Artêşa Tirkiyê gelek caran binesaziya Rojavayê Kurdistanê dike armanc û li aliyekî din, bi sedema êrîşên li ser bendava Tişrînê elektirîk jî li ser Kobanê û gundewarên wê qut bûye.